We have over a million books in stock.

Bookbot
The book is currently out of stock

Baskên Şikestî

Authors

More about the book

Ein Roman von Khalil Gibran „Gebrochene Flügel“ übersetzt aus dem Arabischen ins Kurdische von Alan Pire. Cubran, Rojhelatîyê Nazik Û Diltenik Cubran Xelîl Cubran di sala 1883an de li gundê Beşrî li Libnanê ji dayik bûye, malbata Cubran malbateke ne gelekî mezin bû, dêya wî Kamîle berê bi mêr bû, û kurekî wê ji mêrê wê yê berê hebû navê wî Buttrus bû, yê ku li welatê Berazîl ji dêya xwe re çêdibe, li wir Kamîle dev ji mêrê xwe yê pêşî berdide û tê vedigere Libnanê, û li Libnanê Xelîl Cubran nas dike û pê re şû dike. Ji wan re sê zarok çêdibin, du keçik û kurek, Siltana, Miryana û Cubranê, ku em îro vê pirtûka wî bi wergera wê ya Kurdî ji we re gelî xwînerên hêja pêşkêş dikin. Li gundê Beşrî yê Libnanê Cubran li dayik dibe û li wir jî mezin dibe heya ku temenê wî dibe duwazde salî, gundê wan gundekî gelekî xweş bû, li ser Derya Spî bû, bayê wê hênik bû, derdora gund tev de rêl û daristan bûn, li hawîrdor çûk û çivîk bûn, li ser wan şax û berên darên Erz û Merxê, û di wê suruşt û xwezaya han de Cubrên radibe û li jêr bandora wê mezin dibe. Jixwe bandora vê derdorê gelekî li ser wî hebû û şûneke xwe ya taybet di derûnê wî de hişt, ku vê dawîyê ew şopên han di nivîsên xwe yên pirr de dan xuyakirin.

Parameters

ISBN
9783748572374
Publisher
epubli

Categories

Book purchase

We’ll notify you via email once we track it down.